Şewata li Bêşebabê nayê kontrolkirin

PeyamaKurd – Li herêma Harguriyê ya gundê Çeman ê navçeya Bêşebabê ya Şirnexê, ji ber sedemeke hêj nayê zanîn agir bi daristanekê ket.
Li herêma Harguriyê ya gundê Çeman (Başaran) a navçeya Bêşebabê ya Şirnexê, ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn agir bi daristanekê ket.
Şewata ku nêzîkî sê saetan berdewam kir, tevî hemû hewldanan nehat kontrolkirin.
Hejmareke mezin ji cendirme û gundiyan çûn herêma ku agir pê ketiye, tîm jî hewlên xwe yên vemirandina agir bi lez didomînin.
Erdê asê û daristanî midaxeleyê dijwar dike. Gundî û tcendirmeyên ku di hewldanên vemirandina agir de beşdar in, bi baldarî dixebitin da ku agir ber bi deverên nîştecihbûnê ve neçe.
Ev nivîs 64 car hatiye xwendin.




