Li Diyarbekir qeza: 2 mirî, 8 birîndar

Li Diyarbekir qeza: 2 mirî, 8 birîndar

PeyamaKurd – Li ser rêya navbera Diyarbekir û Çewligê de, di encama li hev ketina du otomobîlan de, 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 8 kes jî birîndar bûn.

Hat zanîn ku li ser rêya di navbera parêzgehên Diyarbekir û Çewlîgê yên Bakûrê Kurdistanê li nêzîkî gundê Mermer ê Diyarbekirê qewimî ye û ajokarê yek ji otomobîlan Siddik Labaç û welatiyekî din bi navê Mehmet Boz jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî zanyariyan 8 kes jî di wê qezayê de birîndar bûne û bo nexweşxaneyan hatine veguhestin.

Herdu otomobîlên qeza kirin rûxiyan û rêwiyên wan jî pekiyan ser rê û derdorê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin