Brîtanya pistgirîya Herêma Kurdistanê û Pêsmerge berdewam dike

Brîtanya pistgirîya Herêma Kurdistanê û Pêsmerge berdewam dike

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî,  li Selahedîn pêşwazî li Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Stephen Hickey û şanda ligel wî kir.

Di hevdîtina ku îro 1ê Sibatê pêk hat de, Konsolê Brîtanya yê li Hewlêrê James Thornton jî amade bû û rewş û guhertinên siyasî yên dawî yên li Iraq û navçeyê hatin axaftin.

Di derbarê kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de, her du alî li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku pêwîst e kêşe di çarçoveya destûrê de û bi rêya diyalogê werin çareserkirin.

Di vê hevdîtinê de Balyozê Brîtanya yê li Iraqê tekezî li ser berdewamiya welatê xwe ya li palpiştîkirina Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin