PeyamaKurd- Senatorê Komarî yê Amerîkayê Lindsey Graham bi sedema operasyona ser Rojhilata Firatê Tirkiyê tehdîd kir: “Wê dorpêçên weka ji dojehê hatine, bên danîn”
Graham di senatoya Amerîka de kesê herî zêde Trump destek dike, ew e. Graham aşkera got eger Tirkiye operasyon bike ser bakûrê Sûriyê, wê bi dorpêçên weka ji ‘cehennemê hatine’ re rû bir û bimîne.
Axaftina Graham piştî serokê Amerîkayê Trump Tirkiyê tehdîd kir û got wê aboriya Tirkiye têkbibe, hat kirin. Graham weha dewam kir:
“Eger Tirkiye bikeve bakûrê Sûriyê, li pey wê dê ji Kongreyê dorpêçên ku weka ji dojehê (cehennem) hatine taqîb bike. Dorpêçên berfireh, kûr û xerabker.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin