PeyamaKurd – Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi heyeta Amerîkayê re ya di bin serokatiya cîgirê wezîrê karên derve yê Amerîkayê Davis Schenker û heyeta pê re hevdîtinekî kir, di hevdîtinê de bang li Amerîkayê kir ku di muzakereyan de li Bexdayê bibe çavdêrê muzakereyan.
Di hevdîtinên de her dû teref li ser pirsgirêkên Iraqê, herêmê û têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê rawestiyan û behsa xutkirina têkiliyên navbera her dû aliyan kirin. David Schenker got ku ew amade ne veberhênanên xwe yên li herêma Kurdistanê zêde bikin û behsa girîngiya dewama desteka pêşmergeyan kirin.
Barzanî behsa muzakereyên ku di navbera Hewlêrê û Bexdayê de kir û got ku divê mafên Kurdistanê yên darayî bên temînkirin. Her weha Barzanî banga çavdêriyê ya bo navbera Hewlêrê û Bexdayê kir û xwest pirsgirêkên her dû terefan di çarçoveya destûrê de şareser bibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin