PeyamaKurd- Li Kerkûkê İŞİD ê serê 6 şivanan jêkir. Li ser mijarê Partiya Kedkaran ya Kurdistanê got ku hêzên asayîşa Iraqê, piştî pêşmerge ji Kerkûkê derket, nema têkoşînê dike û arîşeya asayîşê gelek mezin e.
Rêvebirên asayîşa Kerkûkê bo Basnews ê raghandine ku çend roj berê li nahiya Yayçî yê 5 kesên ku gavaniya dewaran dikirin, İŞİD ê serê wan jêkiriye. Rojek di şûn de jî di heman deverê de serê yek şivanekî dinê jî jêkirine. Rêvebirên asayîşê dibêjin ku van terorîstan di demên berê de jî dema pêşmerge di destê wande bûn, bi heman şêweyê wan qetilkirin û endamên İŞİDê car din li herêmê bi heman şêweya wehşî sîvîlan dikujin.
Li aliyê dinê li gor ku polîsê federla yê Iraqê agahiyê daye Bsnewsê, di encama bombebarana balafirên koalîsyonê de, li navçeya Daqûqê ya bi ser Kerkûkê de, 7 endamên İŞİDê hatine kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin