PeyamaKurd – Du xwendekarên Kurd ên ji dibistanên Herêma Kurdistanê, li Brîtanyayê Xelata Bronz a Olimpiyadên Matematîkê ya Navnetewî (IMO) wergirtin.
Di Olimpiyadên Matematîkê yên 65emîn de ku di rojên 11-22yê Tîrmehê birêve çûn de, xwendekarên ji 109 welatan beşdarî kirin.
Du xwendekarên Kurd ên ji Herêma Kurdistanê Elî Mîqdad Mewlud û Xatem Mewlud di olimpiyadên matematîkê de, xelata madalyeya bronz wergirtin.
Di olimpiyadên îsal ên IMOyê de 5 iraqî beşdarî kirin ku 3 ji wan ji Hewlêrê bûn. Her pênc xwendekar di testên IMOyê de serkeftî bûn û mafê tevlîbûna olimpiyadan bi dest xistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin