Mesrûr Barzanî: Jenosaydkirina Êzidiyan tawaneke ewqas dirinde ye ku...

Mesrûr Barzanî: Jenosaydkirina Êzidiyan tawaneke ewqas dirinde ye ku...

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo salvegera 7emîn êrîşa DAIŞê li ser Şengalê, peyamek belav kir û diyar kir: “Jenosaydkirina Êzidiyan, tawaneke ewqas dirinde ye ku her dem di wijdana gelê Kurdistanê û mirovatiyê de dimîne, ji ber wê pêwîst e berdewam bi rêz û hurmet qurbaniyên vê komkujiyê bi bîr bînin.”

Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî wiha ye:

Îro heftemîn salvagera êrîşa dirinde ya teroristên DAIŞê li ser xwişk û birayên Êzidî li Şengalê û derdora wê ye ku bûye sedema komkujî, revandin û koçberkirina bi hezaran kesan.

Jenosaydkirina Êzidiyan, tawaneke ewqas dirinde ye ku her dem di wijdana gelê Kurdistanê û mirovatiyê de dimîne, ji ber wê pêwîst e bi berdewamî bi rêz û hurmet qurbaniyên vê komkujiyê bi bîr bînin. Herwiha bi pêzanîneke mezin jî qurbaniyên hêza Pêşmergeyên Kurdistanê di rizgarkirina Şengalê bi rêbertiya Serok Mesûd Barzanî de bi bîr tînin.

Di vê bîranîna xemgîn de dubare dikin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam dibe bi hewlên xwe yên ji bo vegerandina bi serbilindî ya xwişk û birayên Êzidî yên koçber li ser cihên wan û ligel Hikûmeta Federalî û civaka navdewletî kar dikin ji bo avedankirina Şengalê û deverên din ên xwişk û birayên Êzidî.

Herwiha tekeziyê li cibicîkirina rêkeftina Şengalê û asayîkirina rewşa Şengalê dikin, bo xweşkirina zemînê ji bo koçber bi awayekî serbilind vegerin ser cihên xwe û deverên wan jî werin avedankirin. Di heman demê de jî, em hewlên xwe zêde dikin ji bo dadgehkirina tawanbarên DAIŞê û hevkarên wê û eşkerekirina çarenivîsa tevaniya windayiyan.

Em rêz û hurmetên xwe ji bo şehîd û qurbaniyên komkujiya Şengalê û hemû şehîdên Kurdistanê ditewînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin