Neçirvan Barzani: “Ez ê dewam bikim da Kurdên Sûriyê bigihînim hev”

Neçirvan Barzani: “Ez ê dewam bikim da Kurdên Sûriyê bigihînim hev”

PeyamaKurd- Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi nûnerê taybet yê Amerîkayê bo Sûriyê James Jeffrey re civiya. Barzanî nûner Jeffrey û heyeta pêre li Hewlêrê qebûl kir. Di hevdîtinê de behsa pêşdeçûnên dawiyê yên li Sûriyê, çareserkirina qeyrana Sûriyê ji aliyê civaka navdewletî de, temînkirina aramiya Sûriyê û rawestandina şerê li Sûriyê hat kirin.

Nêçîrvan Barzanî ragihand ku wê dewam bike da terefên Kurd yên li Sûriyê bigihîne hev da di dahatûyê de bibin xwediyê ciyekî baş, di navbera wan de yekîtî çêbibe, lihev bikin û bo pêkhatina van hedefan, wê desteka xwe dewam bike. Terefên li Sûriyê, bo di navbera wan de aştiyekî çêbibe, rola hêzên herêmî û navdewletî divê di leha aştiyê de be, divê destek û koordinasyon di navbera wan de çêbibe û aramî bê parastin.

Di beşeka din ya hevdîtinê de behsa pêşdeçûnên li Iraqê, behsa xebatên nû bo avakirina hukumeta Bexdayê, tewrê herêma Kurdistanê di mijarê de, talûka ji nûh de xwe birêxistina terorîstî di herêmê de, rêbazên têkoşîna li dijî terorê bi desteka hêzên koalîyonê û têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê hat kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin