Sahidên bûyerê: “Me dia dikir da fisekên wî biqedin”

Sahidên bûyerê: “Me dia dikir da fisekên wî biqedin”

PeyamaKurd- Şahidên bûyera mizgefta li New Zelandê gotin ku êrîşker guleyan di barand nava mizgeftê û ew jî dia dikirin da fişekên wî xelas bibin.

Di êrîşa ser mizgeftê de ya New Zelandê de 49 kes jiyana xwe ji dest dan. Şahidekî bûyerê bo televîzyona New Zelandê ragihand ku dîtiye êrîşker raste rast li zilamekî xistiye û ewilî zilaman û paşî jina kiriye hedefa xwe. Şahid weha got:

“Tişta ku mi dikaribû bikim, min dia dikir ku guleyên zilam biqedin.”

Şahidên din dibêjin ku kesên direviyan jî li wan dixist û heft cara jarjura xwe guhertiye. Kujer sîliha otomotîk bikar aniye û gelek bilez derba berdaye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin