Rojhelatê Kurdistane: Suheyla Mihemedî serbest hate berdan

Rojhelatê Kurdistane: Suheyla Mihemedî serbest hate berdan

Peyama Kurd - Girtîya Kurd a Rojhelatê Kurdistanê Suheyla Mihemedî ku sê salin ji alî dadgehên rejîma Îranê ve ji serbestberdana demkî bêpar hatibû hiştin, serbest hate berdan.

Li gor ragihandina Rêxistina Mafê Mirovan a Rojhelatê Kurdistanê (Hengaw), girtiya siyasî ya Kurd Suheyla Mihemedî piştî 3 salên zindanîbûnê bi şert serbest hate berdan.

Suheyla Mihemedî ku ji mafê wê yê serbestberdana demkî bêpar mabû, di nava 3 salên borî de ji bo şermezarkirina şert û mercên xwe yên di girtîgehê de gelek caran dest bi greva birçîbûnê kiribû û carekê jî hewla xwekuştinê pêk anîbû.

Demek berê jî Hengawê ragihandibû ku Suheyla Mihemedî ji zaroka xwe ya biçûk cuda bûye û di dema lêpirsîn û binçavkirina xwe de di bin zextên dezgehên ewlehiyê yên rejîma Îranê de di rewşeke dijwar a derûnî û laşî de dijî.

Suheyla Mihemedî di 27ê Sibata 2012ê de, ji ber zextên dezgehên ewlehiyê yên rejîma mellayan û rêgirtina li berdana demkî û efûyê, hewla xwekuştinê pêk anîbû.

Suheyla Mihemedî ya ji bajarê Selmasê yê Rojhelatê Kurdistanê ye, ji ber xebatên sîyasî ji alî rejîma Îranê ve bi şêweyeke bêhiqûqî hatibû desteserkirin û li Beşa Jinan a Girtîgeha Navendî ya Urmîyeyê hatibû zindanîkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin