PeyamaKurd – Li bajarê Dîlokê li navça Nurdaxiyê, treylera potên zarokan barkirî, dema di rê de diçû, agir bi dorsa wê ket û treyler şewitî. Bi sedema şewata treylerê rê ji aliyê Nurdaxiyê ber bi Osmaniyê de hat girtin.
Treyler ji aliyê ajotvanê Iraqê A.B. (42) de dihat ajotin û dema agir bi treylerê ket, ajotvan ji treylere peya bû û hawarê xwest. Tîmên îtfaiyê û cendirmeyan çûn ciyê bûyerê û di nav 1 setekî de agir vemirandin lê treyler nema tê bikaranîn.
Ji ber şewatê rê hat girtin lê piştî rakirina enqazê rê hat vekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin