DEM Partî: Ku mijar dibe xweza û Kurd, tenê frokeyên ser difirin

DEM Partî: Ku mijar dibe xweza û Kurd, tenê frokeyên ser difirin

PeyamaKurd - Parlamenta DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş, li Parlamena Tirkiyeyê, dema nirxandina pêşnûmaya ji bo şewata Amed û Mêrdînê de got: “Dema mijar xweza û canê Kurdan be, tenê frokeyên şer difirin.”

Pêşnûmaya ku DEM Partiyê pêşkêşî parlamenê kir, di nav parlamentên DEM Partî û AKPê de bû sedema nîqaşên tund.

Şewata Amed û Mêrdîn

Di 20ê vê mehê de, di navbera navçeya Çinarê ya Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê de şewateke mezin rû da û di vê şewatê de 15 welatiyên bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dan û ziyaneke mezin a malî pêk hat.

DEM Partiyê piştî vê karesatê pêşnûmayekê pêşkêşî Parlamena Tirkiyeyê kir û daxwaza lêkolîn û lêpirsîna şewatê kir.

“Berpirsiyariya mezin a we ye”

Parlamenterê AKPartiyê yê Amedê Galîp Ensarîoglu di derbarê pêşnûmayê de DEM Partiyê rexne kir û got: "Dewletê erkê xwe bi cih aniye, berbirsyariya vemirandina agir di stûyê şaredariyan de ye. Ji vemirandina agir berî hemû aliyan dezgeha agirkujiyê berpirsiyar e. Berpirsiyariya mezin a we ye. Ji 10an 1ê maşînên we yên agirvemirandinê ne li wê derê bûn. Ji 20an 1ê karmendên we ne li wê derê bûn. We çima neşandin? Berî hemû kesî hûn berpirsiyar in.”

“Dema mijar canê Kurdan be tenê balafirên şer difirin”

DEM Partî jî dide zanîn ji ber ku agir li bajarên Kurdan bû dewletê xemsarî kiriye.

Piştî axaftina Ensarîoglu Parlamenta DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneşê balê kêşa ser xemsariya dewletê û wiha axivî:

“Ew helîkopterên we yên ku diçin her cihê Tirkiyeyê, dema li bajarên Kurdan agir derket li ku derê bûn? Helîkopterên we yên şevê ku we navê wan kiriye ‘nefes’ çima wê şevê ne li Çinar û Şemrexê bûn? Çima mirovên sivîl neçar man ku biçin agir vemirînin? Kê ferman da ku hêzên ewlehiyê rê nedin ambulansan ku biçin gundan û rê li wan hate girtin? Em niha bi awayekî eşkere dipirsin. Ev ne dijminatiya Kurdan, xwezayê û candaran e? Hûn bersivê bidin lê hûn nikarin bidin. Ji ber ku dema mijar xweza û canê Kurdan be tenê balafirên şer difirin.”

“Tanrikûlû jî AKPê tawanbar kir”

Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu jî got ku berpirsiyarê siyasî yê karesatê AKP ye.

Sezgîn Tanrikulu da zanîn ku li gorî xelkê herêmê "Ji ber ku Kurd in midaxele dereng hatiye kirin” û wiha dom kir:

“Divê sedema vê bûyerê bi lêpirsîneke şefaf, zelal û bibandor bê eşkerekirin. Li gorî pêşrapora Serdozgeriya Komarê ya Amedê berpirsê bûyerê saziya elektrîkê DEDAŞ e û hatiye destnîşankirin ku agir ji ber xetên elektrîkê derketiye. Ji ber wê jî divê demildest lêpirsîneke bi bandor bê kirin. Ya duyem jî ji bo ku dereng midaxele hat kirin bertekên cidî hene. Welatiyên me bi awayekî zelal dibêjin, ji ber ku agir li Diyarbekir û Mêrdînê pêk hatiye û kesên canê xwe ji dest daye Kurd in, midaxele dereng hatiye kirin.”

Herwiha Parlamentera DEM Partiyê ya Erziromê Meral Danîş Beştaş û Galîp Ensarioglu di dema nîqaşan de heqaretên giran li hevdû kirin.

 Ji ber nîqaşa di navbera wan de Serokwekîlê Parlamentê bi nêzîkî 10 xulekan navber da rûniştinê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin