Wan | Nivîsa ‘Pêşî Peya’ ya hişyariya trafîkê ji nû hat nivîsandin

Wan | Nivîsa ‘Pêşî Peya’ ya hişyariya trafîkê ji nû hat nivîsandin

PeyamaKurd - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê şeva borî hin kesan nivîsên hişyariyên trafîkê yên li kolanekê jê birin û nivîsa ‘Pêşî Peya’ bi nivîsa nijadperestî ya “Tirkiye Tirk e û dê Tirk bimîne” guherandin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ew kiryar bi daxuyaniyekê şermezar kiribû û gotibû, ew dê derbarê kesên ku ev çalakiya provokatîf kirine de pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin.

Şaredariyê dabû xuyakirin, “Êrişên bi vî rengî wê nikaribin pêşî li çalakiyên me yên pirzimanî bigirin. Em bangî saziyên pêwendîdar, bi taybetî jî saziyên edlî dikin ku derbarê vê nêzîkatiya nîjadperest de bikevin nava tevgerê.”

Piştî vê daxuyaniyê Şaredariya Wanê ragihand ku tîmên şarevaniyê nivîsa ‘Pêşî Peya’ ya hişyariya trafîkê ya Kurdî ji nû ve nivîsandine.

Hate diyarkirin, li ser Kolana Du Nîsan nivîsa ‘Pêşî Peya’ ji aliyê tîmên Gihandinê yên Şaredariyê ve cardin hatiye nivîsandin.

Hevşaredara Wanê Neslihan Şedal got ku ew dê xizmetên xwe yên pirzimanî li bajêr berdewam bikin.