Rûsya: Divê Îsraîl êrîşeke ser binesaziya nukleerî ya Îranê qet neyîne bîra xwe

Rûsya: Divê Îsraîl êrîşeke ser binesaziya nukleerî ya Îranê qet neyîne bîra xwe

PeyamaKurd – Li demeke ku Îsraîlê plana êrîşeke tund a bersivdanê bo Îranê dike, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergei Ryabkov, hişyarî da Îsraîlê ku êrîşî ser binesaziya nukleerî ya Îranê neke.

Ryabkov got: “Me gelek caran hişyarî daye Îsraîlê qet îhtimala êrîşkirina ser binesaziya nukleerî ya Îranê neyîne bîra xwe jî. Em hîn jî hişyariyê didin. Ev geşedaneke felaketê ye û tê wateya piştguhkirina ewlehiya hemû prensîbên nukleerî.”

Hêjayî gotinê ye, Îsraîlê piştî êrîşa moşekên balîstîk a Îranê ku 1ê Cotmehê bi ser Tel Avîvê de kiribû, biryar daye êrîşeke tund li ser Îranê bike û yek ji bijardeyan jî binesaziya nukleerî ye.