Filistînê bang li civaka navneteweyî kir

Filistînê bang li civaka navneteweyî kir

PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya Filistînê daxwaz ji civaka navneteweyî kir ku binpêkirinên Îsraîlê yên li dijî sivîlên li Şerîda Xezzeyê û Şerîeya Rojava rawestîne.

Wezareta Karên Derve ya Filistînê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku Îsraîl hem li Şerîda Xezzeyê û hem jî li Şerîeya Rojava ya dagirkirî binpêkirinên xwe yên li dijî gelê Filistînê didomîne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku artêşa Îsraîlê li Dibistana Ebû Huseyîn a li Kampa Penaberan a Cibaliya ya li bakurê Şerîda Xezzeyê li dijî gelê Filistînê qetlîama xwe ya dawî pêk anî û hat destnîşankirin ku artêşa Îsraîlê li Xezzeyê sûcên di asta jenosîdê de pêk anîne.

"Sûc û binpêkirinên Îsraîlê (li Xezzeyê) berfirehkirina sûcên jenosîd û kuştinên bê daraz in. Ev sûc di heman demê de nîşana kuştina welatiyên Filistînî yên wekî hedefên perwerdehiyê yên bi talîmatên ji asta siyasî ne."

Daxwaza cezayên li dijî rayedarên Îsraîlî
Di daxuyaniyê de ji civaka navneteweyî hat xwestin ku sûcên Îsraîlê yên li dijî gelê Filistînê rawestîne û li dijî rayedarên sûcê şer ên Îsraîlê jî banga sizayan hat kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tekane çareserî ji bo ewlekarî û îstiqrara herêmê bidawîkirina dagirkeriya Îsraîlê ya ji bo avakirina dewleta Filistînê ye.