Serokwezîrê Îsraîlê: "Şer wê bidome"

Serokwezîrê Îsraîlê: "Şer wê bidome"

PeyamaKurd — Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu piştrast kir ku serokê Hamasê Sinwar hatiye kuştin û got, "Lê şerê li Xezzeyê bi dawî nebûye."

Benjamin Netanyahu di daxuyaniya xwe ya piştî kuştina serokê Hamasê Yehya Sinwar de diyar kir ku şer bi dawî nebûye.

Netanyahu bang li rêberên herêmê kir ku li dijî Îranê bisekinin, Netanyahu got ku "ronahî li hember tariyê bi ser ket" li Xezze, Beyrût û herêmê.

Benjamin Netanyahu di daxuyaniya xwe ya televizyonê de piştî kuştina rêberê Hamasê Yehya Sinwar ragihand ku şer bi dawî nebûye û "Îhtîmala bidawîkirina eksena xerab a bi pêşengiya Îranê û rizgarkirina 101 rehîneyên mayî ji nû ve zindî bûye."

Netanyahu diyar kir ku li Xezze, Beyrût û herêmê "ronahî li hemberî tariyê bi ser ket" xîtabî serokên herêmê kir û got, "Derfetek me ya mezin heye ku em eksena xerab a bi pêşengiya Îranê rawestînin û pêşerojeke cuda biafirînin. Pêşerojek tijî aştî û bextewarî ji bo hemû herêmê."