Grûbên bi desteka Îranê li Dêrezorê bi roketan li hêzên DYAyê xistin û DYA bersiwa wan da

Grûbên bi desteka Îranê li Dêrezorê bi roketan li hêzên DYAyê xistin û DYA bersiwa wan da

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku grûbên bi desteka Îranê, li bajarê Dêrezorê ya Sûriyê, bi roketan li baregeha hêzên DYAyê xistine û hêzên DYAyê bi topan bersiva wan daye.

Grûbên bi desteka Îranê, li rojavayê Firatê li gundê Sebaayê bicîhkirîne û seet di 20.00an de li baregeha hêzên DYAyê yên ku li Dêrezorê, di seha Tesîsa Gazê ya Konîko de bicîh bûne, bi roketan lê xistin.

Li gor agahiyên cîh; di baregeha DYA de teqîn çêbûne û roketekî li baregehê ketiye. Hêzên DYAyê bersiva grûbên bi desteka Îranê bi topan dane û li gundên Hawicet Sakir, Cefra û Muradê xistine ku grûbên bi desteka Îranê li wan gundan xwuya dikin.

Di encama lêdanê de, ji her dû aliyan çi zerara maddî û canî çêbûye nayê zanîn.