Von der Leyen: "Hejmara koçberên ji Ewropayê werin dersînorkirin wê zêde bibe"

Von der Leyen: "Hejmara koçberên ji Ewropayê werin dersînorkirin wê zêde bibe"

PeyamaKurd — Seroka Komîsyona Ewropayê Von Der Leyen di nameya ku beriya civîna bilind a li Brukselê bê lidarxistin de ji welatên endam re şandibû de diyar kir ku ew ê rêziknameya nû ya qanûnî ya ku hejmara koçberên dersînorkirî zêde bike pêşkêş bikin.

Tê diyarkirin ku Von der Leyen a ku nû dest bi wezîfeya xwe ya 5 salan a duyemîn kiriye, bertek nîşanî zextên li ser koçberan ên li Ewropayê daye.

Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê di nameya xwe ya ji bo welatên endam de ragihand, rêjeya vegera koçberên neqanûnî yên ku ji welatên Yekîtiya Ewropayê vedigerin, tenê %20 e û tekez kir ku piraniya koçberên ku ji wan tê xwestin ku ji welatên Yekîtiya Ewropayê derkevin, vê yekê nakin. .

Von der Leyen destnîşan kir ku gelek koçber an li welatê ku lê dijîn dimînin an jî di nav yekîtiyê de diçin welatekî din.

Von der Leyen da zanîn ku divê hemû welatên endam biryarên welatên din ên Yekîtiya Ewropayê nas bikin û got, "Koçberên ku li welatekî ji bo wan biryara vegerê hatiye dayîn, ji bo ku venegerin, divê şikestinên pergalê li cihên din îstîsmar nekin."