Otobusa geştiyarên Japonî digerand wergeriya: 22 kes birîndar bûn

Otobusa geştiyarên Japonî digerand wergeriya: 22 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li Anedolê li bajarê Afyonkarahisarê otobusa ku geştiyarên Japonî digerand, li navça Dinarê wergeriya û di encamê de 22 kes birîndar bûn ku rewşa yekî ji wan baş nîne. Qeza bi sedema ku ajotvan desthilata otobusê ji dest berda, çêbû.

Li ser qezayê tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê û birîndaran birin nexweşxanên dewletê û zanko ya bajarê Afyonkarahisarê.

Otobusa ku geştiyaran hildigirt ji bajarê geştiyarî ji Pamukkale diçû Kapadokyayê.