Neçîrvan Barzanî: Perwerde, bingeha serkeftina her civakê ye

Neçîrvan Barzanî: Perwerde, bingeha serkeftina her civakê ye

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li bajarê Duhokê tevlî 29em merasima derçûna xwendevanên Zanko ya Duhokê bû. Merasim di stadyûma Duhokê de çêbû, ji 19 beşên cuda 5 hezar û 51 xwendevan derçûn.

Di merasimê de serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî axafinekî kir, di axaftina xwe de ezm û xebata xwendevanan bilind nirxand û got:

“Perwerde û hînkirin bingeha her civakê ye. Mifta serkeftina her civakê, di dayîna girîngiya perwerdê de ye. Perwerde, bingeha sekeftina her civakê ye. Ji bîr nekin ku dîplomayên we ne tenê nîşana serkeftina we ya meslekî û akademik e. Van dîplomayan, ji bo dahatûya baş ya civakê, ew zanîn we yên we hîn kiriye, berpirsiyariya we ya bikaranîna zanîn û şiyanên we, dixe ser milên we.”

Barzanî got; perwerda ku xwendevan dibînin, rênîşana çareseriya pirsgirêkên ku derên pêşiya civakê ye da ji bo çareseriya wan pirsgirêkan rê nîşan bidin. Divê xwendevanên derçûyî, ne tenê di seha akademîk û pîşeyî de lê di seha civakî, çandî, aborî, rêvebirî û siyasî de feqê çêbike.

Barzanî, di axaftina xwe de behsa pirsgirêka guherîna kêşûhewayê kir û got ku Iraq ji vê mijarê gelek bandorê girtiye û weha dewam kir:

“Divê hun di seha arîşeya guherîna kêşûhewayê û talûkên wê de, pêngavên baş bavêjin. Divê doneyên lêkolînên zanistî zêde bibin. Pêwiste zankoyên me li seranserê dinyayê, bi zankoyên din û navendên zanistê re pêwendiyên xwurt deynin û girîngiyê bidinê.

Ez we bi berpirsiyariya dahatûyê re rû bi rû dihêlim.”