Yekem daxuyaniya Hizbullahê piştî mirina Yehya Sinwar

Yekem daxuyaniya Hizbullahê piştî mirina Yehya Sinwar

PeyamaKurd – Hizbullahê ragihand ku ew ê derbasî qonaxeke nû bibe ku wê rageşiya li dijî Îsraîlê zêde bike, ku ji 23ê Îlonê ve êrîşên xwe yên li ser Lubnanê zêde kirine. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Wê bikeve qonaxeke nû ya ku wê rageşiya di şerê bi dijminê Îsraîlê re zêde bike."

Di dema ku berteka Îsraîl ya ku dibêje serokê dawî yê Hamasê Yehya Sinwar hatiye kuştin berdewam dike, ji Hizbullahê jî derbarê şer û pevçûnên li herêmê de daxuyanîyek hat.

Di daxuyaniya ku li ser platforma tora civakî ya rêxistinê Telegramê hat dayîn de, di daxuyaniyê de hat gotin, "Li gorî talîmatên rêbertiyê wê di şerê bi dijminê Îsraîlê re qonaxeke nû were destpêkirin û ev jî wê rageşiyê zêde bike. Di rojên pêş de wê bertekên vê yekê jî derkevin holê."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji destpêka êrîşên bejahî yên li dijî Lubnanê heta niha 55 leşkerên Îsraîlê hatine kuştin û zêdeyî 500 leşkerên Îsraîlê jî birîndar bûne û 20 tankên Merkava, 4 buldozerên leşkerî û wesayîteke zirxî hatine rûxandin. Herwiha 2 balafirên bêmirov ên tîpa Hermes 450 (ÎHA) hate destnîşankirin ku hatiye avêtin.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di 30ê Îlonê de dest bi êrîşên bejayî yên sînordar û tund li dijî binesaziya Hizbullahê li başûrê Lubnanê kiriye.

Li Lubnanê di êrîşên Îsraîlê de 2 hezar û 412 kes mirin

Artêşa Îsraîlê ku ji 8ê Cotmeha 2023an ve şer û pevçûnên kontrolkirî yên bi Hizbullahê re didomîne, di 23ê Îlona îsal de bi sedan êrîşên esmanî birin ser bajarên başûrê Lubnanê û herwiha herêmên Bekaa û Baalbekê.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, ji 8ê Cotmeha 2023an heta niha 104 jê zarok 194 jin bi giştî 2 hezar û 412 kesan jiyana xwe ji dest dane û 11 hezar û 267 kes jî birîndar bûne.

Serokê Hizbullahê Hasan Nasrallah di 27ê Îlonê de li Beyrûtê di êrîşên asmanî yên artêşa Îsraîlê de hatibû kuştin.

Hîzbullah bi roket û fuzeyan bersiva Îsraîlê dide. Di van êrîşan de ku piraniya wan baregehên artêşê yên li aliyê Îsraîlê hedef girtin, ti ziyaneke mezin çênebû.

Tê texmînkirin ku ji ber bombebarana Îsraîlê bi sed hezaran kes li Lubnanê koçber bûne.

Di demekê de ku pêla koçberiyê ji herêmên başûrê welat ber bi paytext Beyrûtê û bakur ve didome, hikûmeta Lubnanê ragihand ku zêdetirî 461 hezar ji awareyan ber bi Sûriyê ve koçber bûne.