6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li hevserokê berê yê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê hatiye birrîn
PeyamaKurd – Li gorî daxuyaniya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ku ji 2017an ve bi navê “Komeleya Lêkolînên Kurdî” xebatên xwe didomîne, li ser hesabê xwe yê Xê belav kiriye ku 6 sal û 3 meh li hevserokê wê yê berê Eyyup Subaşî hatiye birrîn.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Salek berî niha hevserokê berê yê komeleya me mamoste Eyyup Subaşi bi awayekî nehiqûqî hatibû binçavkirin. Û îro dadgehê di danişîna duyem de bi awayeke nehiqûqî 6 sal û 3 meh ceza lê birî. Nabe ku xebatên zimanê kurdî aktîvîstên zimanê kurdî û mafparêzî bibin mijarên cezakirinê. Em bang li raya giştî dikin ku li hemberî van êriş û cezayên neheq bêdeng nemînin. Tekane armanca van pêkûtiyan ew e ku xebatên zimanê kurdî werin krîmînalîzekirin û werin rawestandin. Em vê bi tu awayî qebûl nakin. Em ji rayedaran re dibêjin; dest ji zimanê kurdî û xebatkarên zimanê kurdî bikêşin. Û vî cezayê nerewa bipaşve bikêşin.”