Sedema şerê komên çekdarên Efrînê eşkere bû: Li Dîlokê civîn hatiye kirin

Sedema şerê komên çekdarên Efrînê eşkere bû: Li Dîlokê civîn hatiye kirin

PeyamaKurd – Hate zanîn ku piştî civîna îstixbarata Tirkiyê ya çend hefte berê li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê pêk hatî, şerê komên çekdarên li dorûbera Efrînê li ser kontrolkirina hin deveran derketiye.

Li gorî zanyariyên ji PeyamaKurd re hatine, li Efrîn û Ezazê di encama şer û pevçûnên di navbera hêzên Bakur û komên wekî El-Emşat, Şerqiye û El-Şerqiye de, nexşeya kontrolkirina hin deveran hat guhertin.

Hate diyarkirin, îstixbarata Tirkiyê ya bi navê Hêzên Hevbeş, biryar daye ku çiraya kesk bide jinavbirina hêzên Bakur ku li dijî planên Tirkiyê yên êrîşa li ser bajarê Helebê û rizgarkirina wê ji rêjîma Sûriyê ne.

Hate zanîn ku hê jî şer û pevçûnên di navbera wan hêzan de berdewam dike û komên herêma Efrînê bi taybet li gundê Elî Cerwa ku rastî êrîşa komên Ebû Emşa û Şerqiye hatiye, talan bûye.