Pûtîn: BRICS salên pêş dê bibe xwediya aboriya piraniya cîhanê

Pûtîn: BRICS salên pêş dê bibe xwediya aboriya piraniya cîhanê

 

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn îro got: “Koma welatên BRICSê dê salên pêş bibe xwediya piraniya aboriya cîhanê  û mezinbûna wê ya bi lez li gorî ya welatên pêşkeftî yên li Rojava li dû xwe bihêle.”

Pûtîn dê di navbera 22-24ê cotmehê de li bajarê Kazanê mazûvaniya lûtkeya BRICSê bike. Ew hêvî dike ku BRICSa ku niha Misir, Etiyopya, Îran û Mîrektiyên Yekbûyî yên Erebî tevî Brezîlya, Rûsya, Hindistan, Çîn û Afrîkaya Başûr dihewîne, di siyaseta cîhanê de û di bazirganiyê de li hember rojava bibe alternatîfek.

Wî ji karbidest û karsazan re li forumeke karsaziya BRICSê li Moskowê got: “Welatên di yekîtiya me de bi bingehîn ajokarên mezinbûna aboriya cîhanî ne. Pêşerojeke pêşbînîkirî,  BRICS dê zêdebûna sereke ya GDP ya cîhanî pêk bîne.”

Her weha diyar kir, “Pêşveçûna aborî ya endamên BRICS dê kêmtir û kêmtir bi bandor an destwerdana derve ve girêdayî be. Ev bi bingehîn serweriya aborî ye. Rûsya ji welatên din dixwaze ku bi wê re bixebitin da ku pergala aborî ya cîhanî ji nû ve biguherînin û serweriya dolarê Amerîkî bi dawî bikin.”

Çîn, Hindistan û Îmaratê jî îro piştrast kir ku rêberên wan dê beşdarî lûtkeyê bibin.