Zindaniya Kurd 8 roj in di greva birçîbûnê ya bêveger de ye

Zindaniya Kurd 8 roj in di greva birçîbûnê ya bêveger de ye

PeyamaKurd – Zindaniya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî ji 10ê Cotmehê ve, ji “Roja Cîhanî ya Li Dijî Cezayê Îdamê” ve bi armanca şermezarkirina sepandin û îdamkirina cezayên darvekirinê yên li Îranê, di gîrtîgeha Evînê de dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Li gorî nûçeya Tora Mafê Mirov a Kurdistanê, bijîşkê  girtîgeha Evînê roja duşemê (14ê cotmehê) muayeneya Muradiyê kiriye û daxwaz jê kiriye ku derziya serûmê li Muradiyê bide û bo nexweşxaneyê were veguhestin, lê Moradiyê ev pêşniyar qebûl nekiriye.

Moradiya ku bi nexweşiyên curbecur ketiye, beriya greva birçîbûnê tedawiya fizîkî digirt, lê piştî destpêkirina grevê tedawiya xwe hatiye rawestandin.

Werîşe Muradiyê di nameya xwe de ya ku herî dawî ji girtîgeha Evînê ya Tehranê nivîsandiye  wiha gotiye: “Nehêlin şerên li pişt sînor pirsgirêka bindestiya navxweyî ya li ser civakê bixe bin siya xwe. Ev greva min a birçîbûnê ye. Bi her bedelê em ê nehêlin ku dengê şervanên navxweyî yên bi lehengî li ber xwe didin, di nava dengê şer û macerayên bêdawî de winda bibin.”

Wê her wiha tekez kiriye ku armanca wê ji vê gireva birçîbûnê “balkêşkêşana li ser zextên li Îranê û parastina mafên jinên têkoşer e.”