Konsulê Amerîkayê destxweşî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir

Konsulê Amerîkayê destxweşî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir

PeyamaKurd - Konsulê Giştî yê Amerîka yê Herêma Kurdistanê Steve Bittner îro 18ê Cotmehê li ser proseya dengdana taybet a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê peyameke vîdyoyî belav kir û destxweşî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

 Bittner li ser platforma medya civakî Xê di tomareke vîdyoyî de got: “Ez destxweşiyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim, ji bo rêkxistina roja dengdana taybet li roja 18ê vê mehê ya endamên hêzên ewlehiyê û endamên hêza Pêşmerge û artêşê, ku tê çaverêkirin roja 20ê vê mehê ji bo parastina navendên dengdanê peywirdar bin.”

Steve Bittner diyar kir, “Tevlîbûna di vê hilbijartinê de ji bo pêşxistina proseyeke demokratîk a dadperwerane pêdiviyek e. Be beşdariya hemî kesên mafê dengdanê heye tevlî wê proseyê bibin, wê hilbijartin berhemdartir bibe.”

Hêjayî gotinê ye, proseya dengdana taybet a hilbijartinên gera şeşem a Parlamena Kurdistanê îro 18ê Cotmehê bi tevlîbûna 215 hezar endamên hêzên navxwe, Wezareta Pêşmerge û endamên Kurd ên nav hêzên artêşa Iraqê bi rê ve çû ku dengdana giştî jî roja Yekşemê 20ê Cotmehê tê kirin.