Kurê Emîne Şenyaşar hate berdan: 'Edaleta derengmayî ne edalet e'

Kurê Emîne Şenyaşar hate berdan: 'Edaleta derengmayî ne edalet e'

PeyamaKurd - Di danişîna 8emîn a Dadgeha 3yemîn a Cezayê Giran a Meletiyê de ku doza malbata Şenyaşaran hate dîtin, kurê Emîne Şenyaşar Fadil Şenyaşar jî di nav de ji herdu aliyan 4 girtî hatin tehlîyekirin.

Di êrîşa parlamentarê berê yê AK Partiyê Îbrahîm Halîl Yildiz û parêzvanên wî ya di 14ê hezîrana 2018an de ku li navçeya Pirsûs a Rihayê pêk hatibû, ji malbata Şenyaşaran 3 kes hatibûn kuştin. Emîne Şenyaşar a ku hevjînê xwe û 2 kurên xwe ji dest dabûn, kurê wê yê din Fadil Şenyaşar jî hatibû girtin.

Emîne Şenyaşar ev 6 sal in ji berdana kurê xwe û doza êrîşa ser malbatê, nobeta edaletê didomîne ku herî dawî ligel kurê xwe yê Parlamentarê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar li ber Parlamentoya Tirkiyê çalakiya xwe dewam dikir.

Di danişîna dadgehê ya îro 18ê Cotmehê de, biryara berdana kurê wê Fadil û 3 kesên ji aliyê din hate dayîn.

Ferît Şenyaşar piştî biryarê ragihandiye: “Kêfxweşiyeke nîvco heye. Edaleta dereng tê ne edalet e. Hê jî edalet pêk nehatiye. Birayê min ev 6 sal û 4 meh in girtî bû û hate tehliyekirin. Belkî vê hinek jî be êşa dayika min sivik kiribe. Ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê navber dabû Nobeta Edaletê. Li ser vê geşedanê me dawî li Nobeta Edaletê anî. Her çend nobet bi dawî bibe jî dê têkoşîna me ya hiqûqî bidome. Heta ku edalet pêk tê dê têkoşîna me ya hiqûqî bidome.”