Pyatt: Amerîka û Tirkiye destpêkirina hinardeya petrola Kurdistanê dixwazin

Pyatt: Amerîka û Tirkiye destpêkirina hinardeya petrola Kurdistanê dixwazin

PeyamaKurd - Cîgirê Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Geoffrey Pyatt da xuyakirin ku ew li Enqerê bi Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî re civiyaye û ragihand, Amerîka û Tirkiye ligel ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ne.  

Pyatt got: “Bi dîtina birêz Nêçîrvan Barzanî li Enqerê, herwiha min bi Birêz Erdogan û Wezîrê derve yê Tirkiyê re jî hevdîtin pêk anî, gelekî kêfxweş bûn. Amerîka û Tirkiyê dixwazin hinardeya petrola Herêma Kurdistanê dest pê bike.”

Berpirsê Amerîkî di berdewamê de wiha axivî: “Di konferansa Encûmena Atlantîkê (NATO) de, min bihîst ku Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got, Hewlêr dixwaze hinartina petrolê ji nû ve dest pê bike. Ez jî beşdarî civîneke di navbera Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdan de bûm, berî ku ez ji Ewropayê vegerim, ez bi Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên re ligel Balyozê Amerîka li Enqerê John Bass civiyam û pê hesiyam ku hinartina petrolê ji derve hatiye rawestandin.

‘Hêvîdarim di demeke nêz de gavên baş bên avêtin’

Rawestandina hinartina petrolê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê jî xirab e, tenê aliyê ku sûdê jê werdigire qaçaxçiyên ku ligel komên neyarên Iraqê li Tehranê, petrola Herêma Kurdistanê dişînin Îranê ne. Ev xaleke hevpar a stratejîk a di navbera Washîngton û Enqereyê de ye. Wek ku min behs kir min doh bi Birêz Erdogan re hevdîtin kir û hêvîdar im di demeke nêz de di vî warî de gavên baş bavêjin.”