Medya Lahur Cengî: Çekdarên YNKê li Helebce dest danîn ser navendeke dengdanê

Medya Lahur Cengî: Çekdarên YNKê li Helebce dest danîn ser navendeke dengdanê

PeyamaKurd – Berpirsê lîsteya Lahur Cengî yê Helebceyê Cebar Namdar ragihandiye ku navendeke dengdanê ya taybet li Helebce bi temamî ji aliyê çekdarên YNKê ve hatiye desteser kirin.

Li gorî medyaya Lahur Cengî, Cebar Namdar daye xuyakirin ku navenda Burhan Hacî Mihemed li Helebce ku biyar bû 900 kes dengên xwe tê de bidin, bi temamî ji aliyê komeke çekdarên YNKê ve hatiye desteser kirin.

Herwiha gotiye ku heta niha nayê zanîn rêjeya dengdanê li wê navendê çiqas e, ji ber ku ew çakdarên YNKê ku dest danîne ser wê navendê, binpêkirinan dikin.

Beriya vê daxuyaniyê jî hin çavkaniyan ragihandibû, ti desthilatiyeke komisyonê li wê navendê nemaye ku heman medyayê daxwaz kiriye, proseya hilbijartinê li wê navendê bê hilweşandin û neyên hejmartin.