Serşêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê: Pêvajoyeke nû ya çareseriyê çênabe

Serşêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê: Pêvajoyeke nû ya çareseriyê çênabe

PeyamaKurd Serşêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Mehmet Uçum got, “Pêvajoyeke nû ya çareseriyê çênabe.”

Uçum anî ziman ku bijardeya “bibe partiyeke Tirk” ji Partiya DEMê re hatiye pêşniyarkirin û got, “Eger li ber çavan negire wê tasfiye bibe.”

Uçum got, “Li Tirkiyeyê pêvajoyeke çareseriyê çênabe ku dê biişibe sepana berê û ne jî dê bi versiyona nû be. Ew pêvajo tiştekî paşerojê ye, ji dîrokê re ma. Eger DEM firseta ku jê re hatiye pêşkêşkirin ji bo rizgarbûna ji wesayeta terorê di warê civakî û siyasî de nenirxîne, an jî eger vê firsendê bi kar bîne, wê wesayeta terorê ya ku bi rêya DEMê li Meclîsa Giştî ya Tirk tê meşandin, bi rêya qanûnê bê rakirin.”

“Ger encam nebe dewlet dê metodeke din biceribîne”

 Daxuyaniya Uçum wiha ye:

“Çi helwest û çi ziman ji bo kêmkirin, asayîkirin, destgirtinê dibe bila bibe, li Tirkiyeyê pêvajoyeke çareseriyê ku ne bişibe pratîka berê û ne jî bi versiyoneke nû dê pêk neyê. Ew pêvajoyên berê ne, bûne dîrok. Îdiaya ku “pêvajoya çareseriyê” ji ber êrîşên sîyonîzmê tê destpêkirin pir pûç e û haya wan ji hêza Tirkiyeyê tune ye. Divê tu carî pirsgirêk di çarçoveyek wisa bêwate de neyê destgirtin. Dewlet bi rê û rêbazên ku hewl daye û negihîştiye encamên têrker careke din naceribîne. Dewlet rê û rêbazên din ên bi bandor dibîne. Û ew jî stratejiyên siyasî û leşkerî yên bihêz û bibandor in ku piştî 15ê Tîrmehê hatine bicihkirin. Ne mimkûn e ku meriv wan nerm bike û dev jê berde.”