Serokwezîrê Almanyayê: Em ê bi Tirkiyê re li ser koçberiyê gotûbêjan bikin

Serokwezîrê Almanyayê: Em ê bi Tirkiyê re li ser koçberiyê gotûbêjan bikin

PeyamaKurd Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz diyar kir ku ew ê di serdana xwe ya Tirkiyeyê de gelek mijarên wekî koçberî, Yekîtiya Ewropayê (YE) û têkiliyên dualî gotûbêj bikin.

Scholz di civîna çapemeniyê de ya piştî Civîna Bilind a Yekîtiya Ewropayê ya li Brukselê hat lidarxistin bersiv da pirsên rojnamevanan.

Scholz diyar kir ku roja şemiyê dê li Stenbolê bi Serokomarê Tirkiyê Erdogan re li ser gelek mijaran biaxivin û wiha got:

“Bêguman koçberî her tim mijareke girîng e. Di vê mijarê de ji bo Yekîtiya Ewropa û Tirkiye bi hev re kar bikin rast û mentiqî ye. Me her tim piştgirî da vê yekê.” Û bang li Yekîtiya Ewropayê kir ku “peymanên têkildar berfireh bike.”

Scholz bal kişand ser mijarên ku ji xeynî koçberiyê ku dê bên gotûbêjkirin û wiha got, “Di derbarê têkiliyên dualî yên Tirkiye û Ewropayê û têkiliyên Almanya û Tirkiyeyê de mijarên din jî hene.”

Scholz diyar kir ku di serdana xwe ya Tirkiyeyê de dê li ser mijarên wekî pêşketina aborî û bi giştî çawaniya pêşxistina herêmê ji bo avakirina têkiliyên cîrantiya baş bi Yewnanîstan û gelek welatên din re biaxivin û got, “Helbet divê em her tim li ser şandina çekan ji bo hevkarên xwe yên NATOyê jî gotûbêjan bikin.”

Scholz di bersiva pirsekê de diyar kir ku ji ber ku Îngilîstan di projeya hevpar a balefirên şer ên Eurofighter Typhoon de welatê pêşeng e, ev mijarek e ku di navbera hikûmetên Îngilîstan û Tirkiyeyê de tê muzakerekirin û got, “Helbet ne diyar be em ê li ser rawestin yan na. Ji ber vê yekê me got divê pêşî li muzakereyan were kirin.”