Hemasê kuştina Yehya Sînwar bi fermî ragihand: Daxuyaniyên serokên welatan bo kuştina wî çi ne?

Hemasê kuştina Yehya Sînwar bi fermî ragihand: Daxuyaniyên serokên welatan bo kuştina wî çi ne?

PeyamaKurd – Piştî ku doh artêşa Îsraîlê ragihand ku serokê nivîsgeha siyasî ya Hemasê di êrîşeke wan a Xezeyê de hatiye kuştin, Hamasê jî îro bi daxuyaniyekê kuştina Yehya El Sinwar piştrast kir.

Hemasê di daxuyaniyê de bi fermî ragihand ku Yehya El Sinwar li Xezeyê hatiye kuştin.

Bertek û daxuyaniyên li ser kuştina Yehya Sînwar

Serokê Amerîkayê Joe Biden li ser kuştina El Sinwar gotibû: "Rojeke baş ji bo Îsraîl, Amerîka û Cîhanê ye. Ji bo siberojeke nû ya bêyî Hemasê li Xezeyê derfet e."

Koşka Serokatiya Rûsyayê Kremlinê jî diyar kir: "Em ji encamên kuştina El Sinwar li ser sivîlan, bifikar in."

Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer jî got: "Ji bo wî welatê min şînê nagire. El Sinwar plankerê rojên herî xwîndar di dîroka cihuyan de ye. Dilê min bi qurbaniyên êrîşa 7ê Cotmehê re ye."

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz jî diyar kir: "Vî tundrawî, sûcên herî hovane û yên dermirovî di êrîşa Hemasê ya li dijî îsraîliyan de kiriye, El Sinwar berpirsê kuştin û tecawîzkirina îsraîliyan bi rêbazên herî hovane ye."

Li aliyê din Îranê li ser kuştina Sinwar ragihandiye: "Dê giyanê berxwedanê ji bo rizgarkirina axa dagirkirî, xurttir bike."

Hizbullaha Lubnanê jî ragihandiye, piştî kuştina El Sinwar "şerê bi Îsraîlê re derbasî qonaxeke din bû."