Dengdana taybet a Parlamentoya Kurdistanê serkeftî birêve çû

Dengdana taybet a Parlamentoya Kurdistanê serkeftî birêve çû

PeyamaKurd - Dengdana taybet a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ku îro danê sibehê dest pê kiribû bidawî bû. Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ragihand ku proseya dengdana taybet ya hêzên ewlekarî û serbazî yên bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, bi aramî û bê pirsgirêk birêve çûye.

Serokê Ofîsa Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Îraqê Xalid Ebas ragihand ku rêjeya beşdariya dengdanê ji sedî 97, 5 e.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro 18ê Cotmehê bi berpirsê Ofîsa Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Hewlêrê Merwan Mihemed Necar û Rêveberê Karûbarê Navxwe yê Parêzgehê Xesro Xazî serdana çend navendên dengdanê yên parêzgeha Hewlêrê kir.

Xoşnaw got: “Xweşbextane heta niha ti binpêkirin nehatine tomarkirin û proseya dengdanê bi aramî birêve diçe û ti pirsgirêk li ti navendeke dengdanê derneketine.”

Parêzgarê Hewlêrê got: “Prose bêyî ti pirsgirêkekê birêve diçe û em her tim bi Ofîsa Hewlêrê ya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê re li ser xetê ne, eger pirsgirêk hebin, çareser dikin.”

Hêjayî gotinê ya, proseya dengdana taybet ya şeşemîn xula hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê îro danê sibê li demjimêr 07:00 dest pê kir û heta demjimêr 18:00ê êvarê dewam dike. Di dengdana taybet de, zêdetirî 215 hezar û 960 endamên hêzên navxwe, Wezareta Pêşmerge û endamên Kurd ên di nava artêşa Iraqê de deng didin.

20ê Cotmehê jî dengdana giştî ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê tê kirin ku proseya hilbijartinê ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ve tê birêvebirin.