HSD, li hemberê êrîşên SMOyê yên li Munbicê û Bendava Teşrînê ketin nav tevgerê

HSD, li hemberê êrîşên SMOyê yên li Munbicê û Bendava Teşrînê ketin nav tevgerê

PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li dora Bendava Teşrînê û rojhilatê Munbicê li hemberê êrîşên Artêşa Netewî ya Sûriyê (SMO) ya di bin desthilata Tirkiyê de ketin nav tevgerê. HSD, di daxwuyaniya xwe de got ku hinek gundan ji destê SMOyê derxistine.

Navenda çapemeniyê ya HSDê di daxwuyaniya xwe de got ku Meclis a Munbicê ya Leşkerî li ser gundên nêzî Bendava Teşrînê operasyona kontrolê kirine û hinek jîngehan xistine bin kontrola xwe. Di daxwuyaniyê de hat gotin ku di şer de 10 leşkerên SMOyê hatine kuştin û yek jî dîl girtine. Her weha tankekî SMOyê îmha kirine.

Di dema grûbên di bin desthilata HTŞê de ber bi Şamê de diçûn, SMO jî li Munbicê û Til Refetê êrîşan dibir ser hêzên HSDê. Şerê her dû terefan li dora Bendava Teşrînê qewimî bû.

Ev nivîs 51 car hatiye xwendin.