Ji Îranê hişyarî bo Tirkiyê: Sûriye bixwaze em ê hêzê bişînin

Ji Îranê hişyarî bo Tirkiyê: Sûriye bixwaze em ê hêzê bişînin

PeyamaKurd –  Wezîrê Derve yê Îranê Arakçî got, eger hikûmeta Sûriyê daxwaza piştevaniya leşkerî li dijî çekdarên serhilda bike, ew dê li ser wê yekê bisekinin. Arakcî her wiha piştgirî da şerta Beşar Esad ya vekişandina leşkeran ji bo normalîzebûna bi Tirkiyê re.

Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Arakçî got ku hevalbendê wan ê herêmî yê herî nêzîk Sûriye, piştî pevçûnên dawî yên dikare rasterast leşkeran bişîne rêveberiya Şamê. Hate gotin ku ji rêveberiya Beşar Esad re pêşniyar hatiye kirin ku li hemberî dûrketina ji Îranê mueyîdeyên Amerîkayê bên rakirin, Arakçî li ser vê  got, “Eger hikûmeta Sûriyeyê daxwaza leşkeran bike, ew ê vê yekê binirxînin.”

Arakçî ji rojnameya Qeterî El Erebî El Cedîd re axivî û got, “Eger hikûmeta Sûriyeyê daxwaza hêza leşkerî ji Îranê bike, em ê vê daxwazê binirxînin. Ji bo aramkirina rewşa Sûriyeyê, însiyatîfan pêşkêş dikin û derfetan çêdikin, ji bo çareseriyeke mayînde bê misogerkirin, amadekariyên me yên berfireh hene.”

Arakçî got, “Komara Îslamî bi komên berxwedêr ên welatên erebî ne bi rê ve dibe û ne jî peywendiyên rêxistinî hene, lê piştgiriya wan dike û dema hewce dike alîkariyê dide.”

“Ez plan dikim ku biçim Rûsyayê jî”

Piştî ku Heleb, duyemîn bajarê herî mezin ê Sûriyê, ket bin kontrola cîhadiyên bi pêşengiya Heyet Tehrîr El-Şam (El-Qaîde) û Artêşa Niştimanî ya Sûriyê (ANS) ya ku Tirkiyê piştgiriya wê dike, êrişî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir û Tel Rifat xist bin kontrola xwe, Arakçiyê ku serdana Şam û Enqerê kir, ragihand ku ew plan dike ku biçe Rûsyayê jî.

Tirkiye rexne kir û şertê Esed yê “vekişînê mantiqî dît”

Arakçî di hevpeyvînê de daxwaza Serokê Sûriyê Beşar Esed ya vekişîna hêzên çekdar ên Tirkiyê ji welatê wî, ji bo asayîbûna bi Tirkiyê re jî weke “şertekî mantiqî” nirxand. Arakçî di hevpeyvîna de ku li Enqereyê bi Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan re kir,  “Piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo komên çekdar ên li dijî Esad” rexne kir. Wezîrê îranî li ser vê yekê ku “berbelavbûna çalakiyên komên têrorîst ji Îranê bêtir cîranên herêmê tehdîd dike”; wiha got: “Çalakiyên komên terorîst ên li herêmê herî zêde gefê li Iraq, Urdun û Tirkiyeyê dixwe.”

Wezîrê Îranî got ku di peywendiyên xwe yên ligel Tirkiyê de, “ew her tim hewl didin nakokiyên fikirî bi şêwrê û diyalogê çareser bikin.”

Ev nivîs 391 car hatiye xwendin.