Mesîhiyên Şamê şewitandina Dara Noelê ya li Hemayê protesto kirin
PeyamaKurd – Li bajarê Hema yê Sûriyê dara Noelê ya ji bo pîrozbahiya sersalê hatibû danîn hate şewitandin û xirîstiyanên Şamê jî ji vê kiryarê hêrs bûn, nerazîbûn nîşan dan.
Xiristiyanên Şamê piştî wê kiryarê daketin kolanan û banga mafên xwe li rêveberiya nû ya Sûriyê kirin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku çekdarên Ensar El-Tewhîd” êrîşî dara Nolê kiriye.
Suriye'nin Hama kırsalının batısındaki El-Sukaylabiye kentinde radikal gruplar Noel ağacı yaktı. pic.twitter.com/GvcjV6gEGY
— Ruveym News (@ruveym_y1) December 24, 2024
Li aliyê din li parêzgeha Siwêdayê jî xelkê Durzî xwêpêşandan kirin û li dijî kesayetên di saziyên hikumeta nû de ku berê jî alîgirên rêjîma Beas bûn, nerazîbûn nîşan dan.
Durziyan jî daxwaz kir ku welatekî demokratîk û niştîmanî ji bo hemû gelê Sûriyê were avakirin.
Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.