Îran, qedexeya ser WhatsApp û Google Playê rakir
PeyamaKurd – Îran, bi taybetî ji şehîdkirina keça Kurd Jîna Emînî ku di sala 2022an de polîsê Tehranê wê jinav biribû, qedexeyan danîbû ser tora medyayê ya civakî û niha hêdî hêdî wan qedexeyên ser medyayê radike.
Li gor ajansa fermî ya Îranê IRNAyê; wezîrê danûsitendinê û teknolojoya zanistê Settar Haşimi, li ser rakirina qedexeyan daxwuyanî da. Haşimi got ku îro dezga bilind ya medya civakî civiyaye, civîn baş meşiyaye û weha dewam kir:
“Ji bo xelk karibe xwe bigihîne derfetên navdewletî, qedexeya ser WhatsApp û Google Playê hat rakirin.”
Îran, bi sedema ku grûb di ser Telegramê xwe birê dixin û li hemberê dewletê xebatên xwe dikin, Telegramê qedexe kiribû. Piştî xwepêşandanên ku li ser kuştina keça Kurd Jîna Emînî mezin bûn, dewleta Îranê WhatsApp, X, Instagram û platformên weka wan qedexe kir. Bernama VPN ku di ser Google Playê de dihat daxistin, wê jî qedexe kir.
Niha qedexe ast bi ast tên rakirin lê di navbera 2022an heya niha 2,5 sal derbas bû.
Ev nivîs 34 car hatiye xwendin.