Di navbera Kurdistan û Hindistanê de protokoleke girîng a bazirganî hate îmze kirin

Di navbera Kurdistan û Hindistanê de protokoleke girîng a bazirganî hate îmze kirin

PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziya Hewlêrê Kameran Salih ragihand, ji bo hêsankirina bo bazirgan û pêşvebirina bazirganiya di navbera herdu aliyan de, protokoleke girîng ligel Encûmena Bazirganî ya Hindistanê hat îmze kirin.

Cîgirê Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Hewlêrê Kameran Salih, eşkere kir: “Di navbera Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Hewlêrê û Encumena Pêşxistina Bazirganiya Hindistanê de protokoleke lihevkirinê hate îmzekirin.”

Hate diyarkirin, protokol di navbera karsazên Hewlêrê û karsazên Hindistanê de, ji bo hêsankirina xebatên karsazan û pêşxistina bazirganiya di navbera Herêma Kurdistanê û Hindistanê bi giştî de ye.

Kameran Salih diyar kir, “Têkiliyên aborî û bazirganî yên di navbera Hindistan û Herêma Kurdistanê de bi awayekî berçav baştir bûne, tê hêvîkirin ku ev protokola hatiye îmzekirin bibe sedem ku kompanyayên Hindistanê li Kurdistanê veberhênanê bikin û pêwendiyan baştir bikin.”

Konsulê Giştî yê Hindistanê li Hewlêrê Madan Gopal jî hefteya borî ragihandibû: “Pêwendiyên bazirganî û aborî di navbera Hindistan û Herêma Kurdistanê de di asteke gelek baş de ne, Odeya Bazirganî ya Hewlêrê gelek bi hemahengî û hevkarî ligel me ye. Şîrketên welatê me li vir gelek kêfxweş in.”

Ev nivîs 107 car hatiye xwendin.