Konseya Kendava Erebî li Kuweytê ji bo Sûriyê dicive

Konseya Kendava Erebî li Kuweytê ji bo Sûriyê dicive

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Wezîrên Karên Derve yên welatên Konseya Hevkarî ya Kendava Erebî sibe Pêncşemê 26ê Kanûnê li Kuweytê dicivin.

Rojnameya El-Şerq El-Ewset ya Erebî ragihandiye ku dê civîn ji bo gotûbêjkirina geşedanên dawî yên li ser rewşa Sûriyê bê kirin.

Welatên Kendava Erebî, piştî hilweşandina rejîma Sûriyê di 8ê Kanûna 2024an de, piştevaniya xwe ji bo gelê Sûriyê ragihandibû û du şandên cuda yên Erebistana Siûdî û Qeterê serdana Şamê kiribûn û bi rêveberiya veguhêz a Sûriyê re civiyabûn.

Wezîrê Derve yê Îmarata Erebî Şêx Ebdullah Bin Zayid jî pêwendiyeke telefonî bi Wezîrê Derve yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê re pêk anîbû gotibû, wan têkiliyên birayetî yên navbera gelê herdu welatan gotûbêj kiriye.

Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.