Rêvebirê PKKê Duran Kalkan: “Wê PKK ji Rojava derê û Tirkiye navenda şer e”
PeyamaKurd – Rêvebirê Rêvebiriya PKKê Duran Kalkan tevlî bernama TV ya nêzê PKKê bû û di bernamê de behsa gelek tiştan kir ku yek ji wan hebûna PKKê ya li Rojavayê Kurdistanê ye. Kalkan got:
“Raste rast pêwendiya me bi Rojava re tine. Ev rewş nabe pirsgirêk. Yanî em bêjin şêwrimendên me li wir hene, kit e kit kesên me hene ku ne xelkê Sûriyê ne û li wê derê têkiliyên wan bi PKKê re hene. Eger rêvebiriya xweser bêje bila ji Rojava derên, dê ew jî derên. Ji bo PKKê qet ne pirsgirêke. Wê çekên xwe hildin û derbasî Bakûrê Kurdistanê bibin.
Bilez, zorê dan ser rêvebiriya Sûriyê ya Bakûr-rojhilatê û xwestin wan bixin bin zor û tehdîdan. Lê rewşekî weha tine û hinek karibin di ber xwe bidin, dahatûya wan başe. Hêzekî bi bandore. Hêza wan heye û hêza xwe ji xelkê distînin. Xelkekî zana, birêxistin û berxwedêre.”
Kalkan ragihand ku serokê Tirkiyê Erdoğan xwest bi serokê Sûriyê Beşar Esad re hevdîtin bike, çend cara Putin xist navbera xwe û ji bo Esad bibine canê xwe dida. Lê rewş hinekî berevajî meşiya û kes bawer nedikir ku wê Hîzbûllah derba giran lê bikeve û bilez dor were ser Sûriyê. Kalkan weha dewam kir:
“Rewş nezelale û avakirina Sûriyê zahmete. Ji xwe rewşa Xezzayê û Lubnanê diyare. Li Iraqê jî nebû. Yên kevin hildiweşînin ku dê ev di asta herêmê de bibe. Tiştên niha demkîne. Eger karibin, wê li Sûriyê rewşekî demkî biafirînin ji ber li Sûriyê dijberî gelekin. Ji aliyê netewe û dîn de. Mezhebên cuda hene. Grûbên xelkê hene. Tenê sîstema konfederal ya bi tevlîbûna herkesî û demokratîk dikare wan bike yek.”
Duran Kalkan, di mijara Îran û Tirkiyê de, di derbarê dahatûya wan de, weha got:
“Di hedefê de Îran heye û givaş li serê hene, wê bêhtir zorê bidin ser Îranê û wê zora ser zêdetir bibe. Dewleta dinê Tirkiye ye. Sermaya dinyayê dixwaze li ser Derya Sipî desthilata xwe deyne ku li ser bingeha rêya bazirganî û enerjiyê ye. Sermaye ji xwe re, rê amade dike. Rêya xwe paqij dike. Rewşa Sûriyê paqijkirina rêya xwe ye. Wê dora Kibrisê were. Tirkiye navenda şer e.”
Duran Kalkan ragihand ku Rojava ji bo Sûriyê dikare bibe modelekî baş û xwediyê tecrubene, sîstemekî wisa ava kirine ku temamê etnîkan xistine navxwe, 12 sale ku sîstema rêvebiriyê ava kirine.
Duran Kalkan li ser endamên PKKê yên ku li Rojava ne de got:
“Her carê behsa pirsgirêka PKKê dikin. Yên di HTŞê de ne, kî ne? Hinek ji wan ji Rojhilatê Asya û hihek ji deverên dinyayê yên cuda hatine. Grûbekî bê bingeh (devşirme). Artêşa Sûriyê (SMO) eslê wan nediyare. Ji vir û wir anîne. Li aliyê dinê Kurdên wê derê hene. Bi van gotina dixwazin li ser Kurdên Sûriyê zora xwe deynin.
Pêwendiyên me yên raste rast bi Rojava re nînin. Ew nabe pirsgirêk. Yanî em bêjin şêwirmendên me li wir hene, kite kit mirovên me hene ku karan dikin. Eger di nav wan de Kurdên ne ji Rojava hebin, rêvebiriya xweser dikare biryarê bide da ji Rojava derên. Bi taybetî ji bo PKKyiyan ne pirsgirêke. Wê rakin çekên xwe û derên Bakûrê Kurdistanê. Berê jî çekên xwe ji Bakûrê Kurdistanê biribûn.
Ji bo bi DEAŞê re şer bikin û diberxwe bidin, çûbûn Rojavayê Kurdistanê. Ji herkesî bêhtir Tayip Erdoğan mijarê dizane. Lewra ne pirsgirêke. Wê zor negihê Rojava û pirsgirêk tine û nikarin wan tengav bikin. Yên tengav bibin hinekî dinin…”
Ev nivîs 60 car hatiye xwendin.