Nûnerê Sûdanî yê Serokê Îstixbarata Iraqê li Şamê bi Ehmed Şera re civiya

Nûnerê Sûdanî yê Serokê Îstixbarata Iraqê li Şamê bi Ehmed Şera re civiya

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku şandeke Iraqê ya bi seroktiya nûnerê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokê Îstixbarata Iraqê Hemîd Şatrî gihîşt Koşka Gel a Şamê û bi Fermandarê Giştî yê rêveberiya nû ya Sûriyeyê Ehmed Şera re civiya.

Rojnameya Weten a Sûriyeyê ragihandiye ku şanda Iraqî ya bi serokatiya Serokê Dezgeha Îstixbaratê Hemîd Şatrî gihîştiye Koşka Gel li Şamê û bi Fermandarê Giştî yê rêveberiya nû ya Sûriyeyê Ehmed Şera re hevdîtin kiriye.

Berdevkê Hikûmeta Iraqê Basem El-Ewadî jî ji ajansa nûçeyan a Iraqê re daye xuyakirin: “Şandeke Iraqî bi serokatiya Serokê Dezgeha Îstixbaratê ,bi rêveberiya nû ya Sûriyeyê dicive û pêşhatên nû yên li Sûriyeyê û pêwîstiyên ewlehî û aramiyê li sînorên hevpar ên Iraq û Sûriyeyê gotûbêj dikin.”

Hêjayî gotinê ye, piştî hilweşîna rejîma Beşar Esed, ev yekem serdana şandeke hikûmeta Iraqê bo Sûriyeyê ye. Iraqê çend roj berê balyozxaneya xwe ya li Şamê vekiribû. Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî di hevpeyvîneke televizyonî de gotibû: “Iraq amade ye piştgiriya proseya siyasî ya nû li Sûriyeyê bike.”

Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.