Petrola ku ji 2 tankêran herikî nav Derya Reş 4 hezar ton e

Petrola ku ji 2 tankêran herikî nav Derya Reş 4 hezar ton e

PeyamaKurd – Ji ber di Derya Reş de firtûne çêbû bû û 2 tankêrên petrolê yên Rûsyayê yên bi navên "Volgoneft-212" û "Volgoneft-239" di wexta di Buhira Kerçê de derbas dibûn xesarê dîbûn û ji tankêran petrol diherikî nav Derya Reş (15.12.2024). Ji ber petrola diherikî nav ava deryayê, wezareta rewşên lezgîn yên Rûsyayê ragihand ku divê bi leztir di wext de, av ji petrolê bê paqijkirin.

Hat ragihand ku dewleta Tirkiyê jî ji bo peravên Derya Reş yên Tirkiyê ji petrolê gemarî nemînin, şîrketên Tirkiyê desteka mezin didin herêmê.

Rayedar radigihînin ku ji ber firtûnê li dora 4 hezar ton petrol herikiye nav ava Derya Reş. Ev petrol jiyana xwezayî ya Derya Reş tehdîd dike û Rûsya li bajarên qerexê deryayê dest bi paqijiya peravan kiriye.

Ji petrola herikî nav deryayê bêhtir ajalên deryayê û yên li bejahiya peravan dijîn bandora neyînî li ser wan dibe.

Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.