Amedsporê hemû Diyarbekirî vexwendin vekirinê

Amedsporê hemû Diyarbekirî vexwendin vekirinê

PeyamaKurd – Ji aliyê Amedsporê ve ji bo dikana nû ya Amedstore ya ku wê îro bê vekirin daxuyanî hat dayîn.

Di daxuyaniya Amedsporê de wiha hat gotin: "Hemû hezkiriyên me û gelê me vexwendî şaxa me ya nû ya AmedStore ku wê saet di 13:00 de bê vekirin."

Rayedarên Amedsporê diyar kiribûn ku şaxa nû ya Amedstore wê heta maça Manisa FK ya 30ê Mijdarê li Diyarbekirê bê lîstin amade be. Dikana nû ji temaşevanan re cûrbecûr hilberan pêşkêş dike, armanc dike ku dahatên klûbê zêde bike.

Navnîşan: Taxa Mezopotamyayê Bulvara Firatê (Li hemberî Salona Dawetê ya Ayaz Elegance) Kayapınar/Diyarbekir

 
 
 
Ev nivîs 58 car hatiye xwendin.