Rojnamevan HakanTosun jiyana xwe ji dest da

Rojnamevan HakanTosun jiyana xwe ji dest da

PeyamaKurd – Rojnamevan, çalakvanê hawirdoriyê û çêkerê fîlmên belgeyi Hakan Tosin di 10ê Cotmehê de ketibû ber êrîşekî û di encamê de ew biribûn nexweşxanê.

2 roje li nexweşxana Başakşehir Çam û nexweşxana şehir ya Sakura di beşa hûrlênêrînê de bû lê doktor ragihandin ku jiyana xwe ji dest daye.

Tosun, di 10ê Cotmehê de 24 seet jê xeberê nestendibûn û malbat û hevalên wî di rêya medyayê de lê digeriyan. Di 10ê Cotmehê de li Esenyurta Îstenbolê birîndar hatibû dîtin û ew biribûn nexweşxanê. Ji ber li serê nasnama wî nebû, nexweşxane nizanibû çawa xeberê bidin kî.

Malabata wî karibû piştî 8 seetan jê agahdar bibe. Li ser bûyerê polîsan 2 kesan xist binçav lê li ser her 2 kesan heya niha ti agahî nehatiye belavkirin.

Malbat û dostên Tosun do li ber nexweşxanê ragihandinê kirin. Malbatê got ku doktor ji wan re gotine ku derba mezin ji stûyê wî de lê dane û dibe bi zanîn lê xistibin. Li ser bûyerê malbatê got:

“Berê me got ketiye an xesp e. Lê piştî doktoran agahiyan da me, dibe ku bi zanîn lê dabin. Em difkirin ku derba li stûyê wî xistine bi zanîn lê xistine. Divê bûyer zelal bibe û kesên derbê lê dane derên ber darazê.”

Hakan Tosun, di sala 1975an de li Îstenbolê hatiye dinyayê. Fîlmên belgeyi û hawirdoriyê çêdikir û ji karê teknîkê baş fêm dikir. Di nav fîlmên wî yên belgeyî de “Çatılara Doğru”, “Tekel İşçileri”, “Büyük Anadolu Yürüyüşü”, “Dönüşüm (Gentrification)” û “Validebağ Direnişi” hene.

Ev nivîs 104 car hatiye xwendin.