Xelatgirê Oscarê Robert Redford di xew de mir

Xelatgirê Oscarê Robert Redford di xew de mir

PeyamaKurd- Derhêner û lîstikvanê xwedî xelata Oscarê, Robert Redford, di 89 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe.

Li gorî nûçeya The Guardianê, Redford stêrka fîlmên klasîk ên Hollywoodê yên wekî 'Butch Cassidy', 'Sundance Kid', 'The Sting', 'Jeremiah Johnson' û 'All the President’s Men' bû.

Şêwirmendê çapemeniyê ragihand ku Redford di xew de li mala xwe ya li eyaleta Utah a DYA’yê miriye.

Redford ku di salên 1970yî de yek ji stêrkên fîlman bû, di heman demê de damezrînerê Enstîtuya Fîlman a Sundance bû.

Fîlmên wekî 'Reservoir Dogs', 'The Blair Witch Project' û 'Donnie Darko' ji vê enstîtuyê derketin.

Redford di sala 1981ê de wek derhêner bi fîlma 'Ordinary People' xelata Oscarê wergirt.

Ev nivîs 66 car hatiye xwendin.