Nêçîrvan Barzanî beşdarî pîrozbahiyên rojbûna Qiral Charles bû

Nêçîrvan Barzanî beşdarî pîrozbahiyên rojbûna Qiral Charles bû

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî çalakiyek li Hewlêrê bû ji bo bîranîna rojbûna Qiral Charles III yê Îngilîstanê.

Balyozxaneya Giştî ya Brîtanyayê li Hewlêrê 76emîn salvegera jidayikbûna Qiral Charles III li Hewlêrê pîroz kir.

Ev çalakî bi beşdariya Nêçîrvan Barzanî û gelek berpirsên payebilind pêk hat.

Serokê Herêma Kurdistanê ji Qiral re temenekî dirêj û ji bo Keyaniya Yekbûyî serkeftin xwest.

Charles Philip Arthur George di 14ê Mijdara 1948an de ji dayik bû. Charles di 8ê Îlona 2022an de, piştî mirina diya xwe, Elizabeth II, hilkişiya ser textê Keyaniya Yekbûyî.

Ev nivîs 67 car hatiye xwendin.