Bi hezaran koçberên ku hewl dan xwe bigihînin Îspanyayê di behrê de jiyana xwe ji dest dan an jî wenda bûn

Bi hezaran koçberên ku hewl dan xwe bigihînin Îspanyayê di behrê de jiyana xwe ji dest dan an jî wenda bûn

PeyamaKurd – Rêxistina alîkariyên mirovî ya Caminando Fronteras ragihand ku di sala 2024an de zêdetirî 10 hezar koçber dema hewl didan bi rêya behrê xwe bigihînin Îspanyayê jiyana xwe ji dest dane yan jî winda bûne. Ev hejmar li gorî par ji sedî 58 zêde bûye. Rêxistinê diyar kir ku piraniya kesên jiyana xwe ji dest dane Iraqî ne.

Rêxistina alîkariyên mirovî ya Îspanyayê Caminando Fronteras ragihand ku di sala 2024an de di navbera 1ê Çile û 5'ê Kanûnê de 10 hezar û 457 koçberan dema hewl didan bi rêya behrê xwe bigihînin Îspanyayê jiyana xwe ji dest dane yan jî winda bûne.

Ev hejmar ji sala 2007an û vir ve weke hejmara herî zêde hatiye tomarkirin.

Rêxistinê diyar kir ku hejmara mirin û wendabûna koçberan ku di sala 2023an de her roj 18 bû, di sala 2024an de rojane 30 kes zêde bûne.

Ji damezrînerên Caminando Fronteras Helena Malîno bal kişand ser bikaranîna rêyên xeternak ên koçberiyê û diyar kir ku ev zêdebûn têkçûna pergalên parastin û rizgarkirina koçberan nîşan dide.

Li gorî vê raporê, piraniya wan koçberên ku jiyana xwe ji dest dane yan jî wenda bûne, ji 28 welatên cuda ji welatên Afrîka, Iraq û Pakistanê hatine.

Mirin bi piranî li ser rêya Okyanûsa Atlantîk, rêya behrê ya di navbera parzemîna Afrîkayê û Giravên Kanarya yên Îspanyayê de qewimîn.

 
Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.