Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekgirtî li Somaliyê desteka mîsyonê ava dike

Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekgirtî li Somaliyê desteka mîsyonê ava dike

PeyamaKurd – Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekgirtî biryarê da ku li Somaliyê desteka mîsyonê (AUSSOM) ava bike. Reşbeleka biryarê ji aliyê Îngîltere de hat amadekirin, Konseya Ewlehiyê bi mijara Somaliyê civiya û di dengdana qebûla biryarê de, ji 15 endaman 14 endam biryarê qebûl kirin lê tenê DYA di dengdanê de xwe paşve kişand.

AUSSOM, wê bi misyona têkoşîna bi terorê û alîkariya mirovî dê kar bike û wê di sehayê de ji 12 hezarî zêdetir karmend bixebitin. Di 31.12.2024an de wê misyona ATMİSê biqede û AUSSOM bikeve şûna wê.

Endamên Yekîtiya Afrîkayê wê 1040 polîsan û bi temamî wê 12.600 xebatkarên bi unîforma bidin bin fermana AUSSOMê û wê wezîfa wan heya 30 Haziran 2025an dewam bike.

Ev nivîs 33 car hatiye xwendin.