Rejîma Îranê, li Pîranşarê 4 kurd girtin
PeyamaKurd – Li gor nûçeyeke gihîştiye Saziya Mafê Mirov a Hengawê, Behzad Mehmûdî (27) xelkê gundê Paswê, Mûsa Resûlî (30) xelkê gundê Xorincê û Soran Mehmûdpûr (25), danê vê sibê di encama êrîşeke berfireh de ku hêzên îstixbarata reîjma Îranê li Pîranşara Rojhilatê Kurdistanê avêtiye ser malên wan, hatine girtin.
Hangawê, do jî ragihandibû ku Aram Mihemedî xelkê gundê Pasweyê Pîranşarê jî hatiye girtin.
Li gor zanyariyên Hengawê, hêzên îstixbaratê ew 4 kurd bêyî nîşandana tu belgeyeke hiqûqî girtine û li malên wan geriyane û dest danîne ser hinek kelûpelên wan ên kesane yên weke telefonên wan ên destan.
Hengaw tekez dike ku heya dema belavkirina vê nûçeyê jî, tu zanyariyên berfireh derbarê sedemên girtina wan, tawanên li ser wan û çarenivîsa wan li ber dest nîne.